Nivīskar ū Nūēevan

Serēeteyź Alperen Ocaklari careke din gef li LGBTIyan xwar

Thursday, June 22, 2017

Serokê Akperen Ocaklari yê Stenbolê Kurçat Mican ku sala borî ji ber gefxwarina li dijî Meža Rûmetê hatibû dadkirin, careke din heman tižtî kir: "Eger dewlet destûr bide jî, em ê destûr nedin ku mež pêk were."

Serokê Akperen Ocaklari yê Stenbolê Kurçat Mican ku sala borî gef li dijî Meža Rûmetê ya LGBT+ û Transan xwaribû, îsal jî bi heman žêwazê gefxwarinên xwe dubare kir.

Mican beždarê wežana Kultur Tv (KRT) bû û gelek tižtên zayendperest û homofobîk anî ziman:

"Eger dewlet bo mežê destûr bide jî, em ê nehilên ku tižreke wisa pêk were. Çi bibejî em ê destûr nedin wî yekê. Ew meî li ku derî pîk were, em ê biçin wir û rê li ber wan bigirin. Em bixwazin, em dikarin 200 hezar kesî peyda bikin."

"Projeya wan kesên meî lidar dixin ew e ku, li her tax û semtê rêxistî bin. Em îstixbaratê hižyar dikin ku ev yek projeya kapîtalîst, komînîst û emperyalîstan e. Ew kesana dixwazin hevzayendiyê di nav civakê de zêdetir bikin, sîstema malbatbûnê ji holê rabikin, têkiliyên navbera jin û mêran de ji holê rabikin, destûr nedin ku kesên hêjayê welat û netewa me mezin bibin. Ciwanan bi vî awayî rêxistî dikin. Bi taybetî li tax û semtan dest bi rêxistinê kirine."

Çi bûbû?

Mican sala borî jî li dijî meža rûmetê bi heman žêwazê gef xwaribû û gelek tižtên zayendperest û homofobîk anîbû ziman: "Navê wê çalakiyê kirine meža rûmetê. Lêbelê di esasê de ew yek hewldana di nav civakê de normalêzekirina bêexlaqiyê ye."

Komeleyên LGBTIyê derbarê daxuyaniya wî kesê homofobîk de gilîname dabûn dozgeriyê, doz hatibû vekirin û rûnižtina dozê di 18ê Gulana borî de hatibû kirin. Kuržat Mican û ji ber "gel tehrîkî sûckirinû dijmanahiyê dike" ve tê dadkirin. Ew û parêzerê wî beždarê rûnižtina dozê nebûn." 

Share |

Other Articles